Vê yarkujê tîrek weşand
Hinav û dil pê herişand
Agir b’ ser de lê reşand
Sed bîr û bawer hilweşand
Hawar li min
Dil bir ji min
Dilek ne ma, ko ne livand
Kesek ne ma wê necivand
Bi vîna xwe wê nenivand
Wê dil ji pîran jî revand
Hawar li min
Dil bir ji min
Perde ne ma wê nedirand
Sofî ji kuncê zivirand
Ji ser û dil îman firand
Wek Botanî ew jî xirand
Hawar li min
Dil bir ji min
Malta, 1961
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Botanî şiirlerine dön