Gulbihar:
Bilbilo hunermendo
Bêzincîr û bêqeydo
Kacê bilûlê bîne
Xemên me pê b’revîne
Gula ç’yayê şirîn im
Bilbil ez dilbirîn im
Hatim çiya bibînim
Narînka’ bo bixwînim
Raser co û cobara’
Li van dol û nizara’
Gazî bikim hey hawar
Gengê bêtin ew bihar
Xwe h’lavêjim wek cara’
Li nav gul û gulzara’
Bilbilo bilûlvano
Dengxweş û dilkovano
Awazên te »yasîn« in
Rondikên me d’barînin
Bes bixwîne »Yasînê«
Were qêr ke narînê
Bilbil:
Gulê bes e xemgînî
Mizgînî sed mizgînî
Dîsa’ dê bêtin bihar
Di gel lawê ne diyar
Xeman ji dil derînin
Xweş bihara’ bibîbin
Hûrik-hûrik dê lêkîn
Lîs û hêlîna’ çêkîn
Li nav dar û berava’
Hingê tu bûk, ez zava
Dîsa gulê hey narê
Ber sêbera vê darê
Vêk ra qêr kîn narînka’
Ez naxwînim Yasînka’
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Botanî şiirlerine dön