şîrînê xalxalokê
Rengînê delalokê
Xalxalokê b’lezîne
Deşt û çiya b’hejîne
Ha bigre vê pisyarê
Evîna dilê yarê
Here mala xalê min
Gazî ke hevalê min
Ji malê bêtin derê
Xatrê dilê dilberê
Bêtin han û hewarê
Ser kanîka qesarê
Min hiş û bîr nemaye
Gelo bo çi vemaye?
Canê şirîn bo wî ye
Bê wî evîn bo çî ye?
Xalxalokê biriştim
Bo çi hosa’ vehiştim
Li ser darê dinyayê
Bê wî min sebir nayê
Fatmoka çavbelek im
Ber dilê wî gelek im
Ew dil e, ez kakil im
Yanî ko nîva dil im
Ez gul im, ew bilbil e
Evîna me ji dil e
Dilê min textê wî ye
Kilîl bi destê wî ye
çîçeka çilkezî me
Tinê li nav rezî me
Li ser ava lîlavê
Seyrana bûk û zavê
Dinya me kesk û şîn e
Bihar e, dema jîn e
Tev dar û gul û giya
Wek behişt in ev çiya
Xemlandî ne seranser
Sor û sipî, kesk û zer
Ciwan û geş pîroz in
Gulçîçek û lîloz in
Hezar nifş û nîşan in
Nêrgiz, gul û rîhan in
Keyf û xweşî û seyran e
Firfira perên teyran e
Cot cot in nêr û mê ne
Ji her alî ve têne
Hindek hêşta bê nav in
Li her cihî belav in
Kesk û sor û sipî nin
Têr huner û evîn in
Li gor dilê me saz in
Kew û bilbil awaz in
Ji min kêm e têhna wî
Gul bim li ber bêhna wî
Mizgîn bo te dilê min
Dê bêtin bilbilê min
Tu X’dê ey dil bê xem be
Hişyarê gav û dem be
Ji dûroka bextê min
Bersiv giha destê min
Ez dizanim ew çend e
Seyda ye, hunermend e
Hunerê wî bo çî ye?
Ger ni zanit gul kî ye?
Gula cotyar û pala’
Van pismam û kurxala’
Pakij dikin deviya’
Nûjen dikin zeviya’
Xweşmirov in mîna me
Nîşan in bo jîna me
Gundê Malta, 1961
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Botanî şiirlerine dön