Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Botanî

Sebrî Botanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Gulbihar: Ka ew hing’vînê cara’ Di nav wan teht û dara’ Were mêşê derwêşê Zîrekê zehmetkêşê Lêva min a lîlozî Bo te cejnepîrozî L’ şûna gul û gulzara’ Min bimije wek yara’ Evînî xweş evînî Xwînê bike hingvînî Ji vê xwîna pir paqij Tijî awaz û lavij Awazê jîna rastî Hemî evîn û aştî Bike hingiv bo mala Bo cotyar û bo pala Bo şahîn û rewşenê Bo Yonan û Gulşenê Bo her kesê zikbirsî Ji bêkesî çirmisî Ji nêza ger ji derda’ Li hemî war û erda’ Were mêşê gulmijê Pîroz e warê tu jê Behişta bîr û çav e Gul û bilbil di nav e Mêş: Ev çi pesn û dîrok in çi gotin û çîrok in Qet hew nabin gote got Gulê te cerg li min sot çîrok û çîvanoka’ Vehîne bo zaroka’ Ev e bo te sed girov Hemî nîşan û dirov Hirça’ şane nehêlan Ez ê li çol û bêlan Hing’vînê min keriftin şilx û şane heriftin Hirçê pîsê devgenî Min digotê ezbenî Tivtiva mêş û gula’ Ji hemî rex û mila’ Hingiv rija ser xwînê Rebî kafir nebînê Dîsanê me destpê kir Hing’vê şirîn me çêkir Mêşên me wê d’livlivin Bi dilgermî d’tivtivin D’mijin şîrava gula’ L’ ber awazên bilbila’ Hema ko me kir tivtiv Bixun her bixun hingiv Kar dikim bo mirova’ Guh nadim hirç û hova’ Gotina te ji dil e Lêva te ya bilbil e Lêva te ez namijim Bilbilê te nakujim Here gulê delalê Wereve serê salê Gel hogir û hevalan Diyarî b’xun ne b’ talan Xelat e, xweş xelat e Xêr û xweş’ya welat e Bo wan zarokên sava Bo xwarna bûk û zava Di gel maç û silava’ Xwedê mala te ava

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Botanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz