Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Botanî

Sebrî Botanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez bûme pîrê xemcivîn Mest û bê hest û jêr nivîn Hêşta jivanê gulê me Evîna wê ez pîr kirim Yekcar bê hiş û bîr kirim Hêşta jivanê gulê me Li dil vebûne sed birîn Ji derdê wê gula şirîn Hêşta jivanê gulê me Hejar kirim, xembar kirim şaş û nezan û har kirim Hêşta jivanê gulê me Dilê xemgîn kir êş û jan Agir berdaye dil û can Hêşta jivanê gulê me Sitem pir kir li min felek Xistim dava çavên belek Hêşta jivanê gulê me Evînê ez varî kirim Bê ol û çavtarî kirim Hêşta jivanê gulê me Hey zalimê bê bawerê Pa kanê peymana berê Hêşta jivanê gulê me Nesax kirim, bê hal kirim Enya kever bin çal kirim Hêşta jivanê gulê me

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Botanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz