Her tu yî ew zêrgula huner lê barî Gulbihar
Her tu yî ew kanîka min jê vexwarî Gulbehar
Ez ji dil dax û birîn im tu çawa yî Gulbihar?
Ma rewa ye her bimînim vî awayî Gulbehar?
Ax ji destê çerxa gerdûn xwar û xîç e Gulbihar
Sed mixabin bo jîna min bê gul hîç e Gulbehar
Min heye kovan dilek ji bo te şabaş Gulbihar
Xweş xelat e ger bizanî ey keça baş Gulbehar
Gundê Pîromera, Duhok, 1962
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Botanî şiirlerine dön