Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Walî Bedelpûr

Walî Bedelpûr

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey tu qatilê rihê min, ka bibêje kê tu anî Kê tu kire agir û pêt, di nawa dilê min danî Kê bi destê te min istand, sebr û arama derûnî Agirê dojehê yêk car, kê bû ku berda wî canî Ka bibêje kê bû ku tu, kire padîşahê gerdûn Bi çokan ketin li ber te, xusrew û qeyser û manî Çi bûye sebeb kû îro, hemû kes ji bo te dêjin Kê tu bir di nawa şe`irên, mele û feqî û xanî Tu çi bû evîn ku te eql, ji zuleyxayê bir û wê Ferqa nabeyna xulam û, ezîzê misrê nezanî Mecnûn û mem û sîyamend, ferx û ferhad û kerem Ka bibêje kê bilî te, ev birin rêka nemanî Kuşt û kuştar û kîn û xwîn, karê te gel aşiqan e Ka bibêje bo wê zulmê, kê tu kir ba`îs û banî Walî pir li te dipirsî, lê tenê gehişt cewabek MELEK_OL_MEWT î evîn tu, tu yî EZRAÎLê sanî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Walî Bedelpûr şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz