Dayîka min tu yî tabat û hemû sebra cihan
Hilgera barê bi êş û zehmet û sext û giran
Nayê gotin medh û wesfa te bi sed dîwan û şe`ir
Ey ku zikra hubba te ye karê min gav û zeman
Te xwedî kirim dil û can pirr bi êş û zehmetî
Ma dikarim bîr bikim ez wan hemû derd û xeman
Te bihorand umrê xwe da ku bihêz be cane min
Ew ji lutfa te ye îro min çi kêmasî neman
Te çîroka nenivîsî ya evînê xwendiye
Ber wê ye eşqa te dil da gel min e li her deran
Derdên min te yên xwe zanîn can te goriyê min kir
Çawa ez xwe goriyê bejna te nekim dayê can
Hebûna min ji te û hêvî ji te kevte dilî
Ber te ye îro hemim ez dayîka rind û ciwan
Walî îro natewan e ku bişêt medha te ket
Lê bihêle gorî ket cane xwe yê bê te ne can
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Walî Bedelpûr şiirlerine dön