Bo kê dibêjim van qisan, ji kê îro gazinde me
Madem bixwo razame ez, madem ji xwe şermende me
Her gotinek bibya semer, şeiran dikir şeqq-ol-qemer
Lê gawa nîne çi eser, bo kê bixwom ez ev xeme
Însanê îro bûye jar, her soz dide lê nake kar
Ji dest felak diket hawar, dêje te dame ev xeme
Çi bikî ji destê me felek, çi bikî ji lomên pir gelek
Wan da bi ba, burca belek, dêjin te kir ev isteme
Xwedê bi her kes da biha, ji xilqetê heya niha
Ji dest û pê çav û guhan, ka bêje ma te çi keme
Dê ez bibêjim roj û şev, dunya jî rabe dij mi tew
Nabî şîyar qet tû ji xew, ger tû nebêjî ez heme
Kes nine gel te dos û yar, tuj xelqê nabî qet çi par
Rabe nebe wek kurmê dar, ji te tenê tû merhrme
Walî tu xwe mandî neke, derdê te îro ne yeke
Bes tû gazindan der bike, mêjweye hişke ev çeme
2014/02/06 Ûrmiye
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Walî Bedelpûr şiirlerine dön