Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Walî Bedelpûr

Walî Bedelpûr

2 görüntülenme 0 beğeni
Bê te wek dîtir şevan, min nîne qet îşev qerar Bê te dîsa ser heya pê, ez belengaz û hejar Dîsa ez îşev bi bê te, rêwiyê rêkek dirêj Nav xerabatên xeyala, min nîne war û sitar Dîsa îşev ez wek her car, hebsiyê bîra te me Bend û zincîrin di pê da, min nîne rêka firar Dîsa ber vînek kû êdî bûye efsûn û xeyal Wek birîndarek îşev jî, her dikem ez ah û zar Min îşev soz da kû dîsa, her şiyar bim ta seher Bêxewî xwe baş dizane, ku tenê ew gel min yar Min dîsa anî hawara xwe ji bo hibr û qelem Dîsa gazindên giran, bo rûpelê tew bûne bar Çend wehûnim taw û ristan ez ji êşa her şevî Çend bibêjim şerh û wesfa vê payîza bê bihar Ev romana her şevên te, walî qet nabe xilas Way û way, emman û emman, ax û ax, qîr û hawar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Walî Bedelpûr şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz