Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Walî Bedelpûr

Walî Bedelpûr

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilo mizgîn bihar hatiye rê da Zivistan çû u barê xwe girê da Binefş û sorgul û alal û beybûn Dixemlînin newal û deşt li pê da Bi dengê qumriyan behr û der û deşt Hemî pirr bûn nema dî kes xewê da Diket qebqeb kewa çînçîn li zozan Hemû teyr û tewal keyf û gerrê da Çivînga kewder û kotran çi xweş tê Li nav bax û bihişta vê dinê da Li benda sorgulan bilbil bicoş in Hemû sewdaser in eşqa gulê da Çem û rûbar tejî û pir ji av in Ji eşqa werdek û qazên refê da Dibarît gaw û dem baran li mêrgan Dixemlît keskesor pişta girî da Newaya nûbiharê tê li her der Emir derbas nekî êdî xemê da Ji nû jîn daye gerdûnê xudawend Nekî mehrûm bimînî bexşişê da Hemû ser xatira hubba te dane Mifahê wergirî sufra xwedê da Bi coş û hêz bikî reqs û semayê Ne wek walî ku ma benda mehê da 2018/adar/21 Wezn: #Mafaîlon_Mefaîlon_Feûlon

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Walî Bedelpûr şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz