Êdî ma çi min hewce ye, madem kû wek te min heye
Madem ku gel min tu yî yar, madem ku dil vîn têde ye
Êdî ji ber çi bixom xema, bê hêvî bim gav û dema
Wexta kû talatî nema, nalîn û xem efsane ye
Êdî ji ber çi roj û şev, ber xwe heram kem xwarn û xew
Gawa ku gel min tu yî tev, jîn bo min her şahane ye
Êdî ne însaf e bi lez, paş te bikim tiştek dî hez
Dê sicdedarê te bim ez, bo xeyrî te şermane ye
Madem ku te mizgînî da, bal te yek in şah û geda
Dê mal û milkan kem feda, can rê de her amade ye
Sed şukr û şukr û şukr û şukr, te daye însan eql û fikr
Bo te tenê hewce ye zikr, bo xeyrî te bê feydeye
Walî ji xew rabû niha, zane te pir da wî biha
Roj û şev û sal û meha, cangorîyê rêka te ye
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Walî Bedelpûr şiirlerine dön