Seher min gel gulê şerha xeman kir
Ku çawa dûr ji dilber dil ji min mir
Ku çawa nazenîna bê muhibbet
Hemû qedrê jiyana min ji nav bir
Ji nav bir aqil û fikr û hiş û bîr
Serapayê hebûna min kire pir
Nema min sebr u aram û qirarek
Dilê min da dused tîrên ji awir
Nezanî gul çi bû halêm kenî kir
Bi min got lo reben lawo herel vir
Bi diljarî mi kir rabim ku bar kim
Mi dî dîwane bilbil bû li me hazir
Bi min got hey belengazo feqîro
Ji gul ra bo dikî gazindeyên pirr
Bi salan in ku ez dava gulê da
Disojim her dem û gavan gurr û gurr
Li min naket çi tedbîr û çi çaran
Li te kengî dikarit dûr xe agir
Herr û derdan bi perwanê bibêje
Ku can rêka şemalê da feda kir
Tu jî bib sotiyê rêka evînê
Ne wek walî ku wê rê de vegot sirr
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Walî Bedelpûr şiirlerine dön