Hevî daye min zeman, êdî nahilkem şeman
Bo hemû kul û xeman, vê demê kutahî hat
Qeder di gel min bû yar, felek li min dibît şar
Êdî nînim bê cîh war, bo min mal û ahî hat
Bar kir şevê bare xwe, ewê zanî karê xwe
Dibît biçî ware xwe, ev roja ronahî hat
Bilbila baxê gulan, merhema derd û kulan
Hêvîya cerg û dilan, ev dîlan û şahî hat
Xweşî bûye para min, gûl da îro dara min
Dîlber bûye yara min, bo şînê tenahî hat
2007/11/25 Ûrmîye
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Walî Bedelpûr şiirlerine dön