Hawar ji destê dîlberê, ev yara dilxwaz û şirîn
Gûla gulistana dil û eşq û evîna dilhebîn
Xweşî nedaye çi caran evê pê evan nazê xwe
Eva ku pê wan çavên xwe tîr lêda û dil kir birîn
Gawa meşît dil lerizît namînîtin sebr û qerar
Rehmê naketin kafirê guh nadete ax û qîrîn
Ger bibînim har û dînim ger nebînim heyran û mat
Baştir ev e ez nebînim mat baştir e li har û dîn
Bê rehmê gawa bal min çû fikra dilê min da nebû
Belê zanî ku wê demê eql û huşê min tev firîn
Ketîme nav behra xeman kesek hawara min nayê
Ya reb bixwe çare bike hêviyên min bike qerîn
Rojên min zû bi zû diçin qet nîne ji yarê xeber
Nizanim ez kengê dê bêtin ev xezala xemrewîn
2007/01/022 Ûrmîye
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Walî Bedelpûr şiirlerine dön