Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
`ji Zîn û Mem` Dicle û Ferat û ava Xabûr Dengîn.. di ser dinê de meşhûr Firdews e diyarê ap û xwaian Axa wê nivîna bav û kalan Ser Bozêrewan û zînê xweşreng Mem lez dibezî ser ewr û ser meng Bajar û gund qesr û burcan Gî dilxweşî ne bi şewq û şadan Ava ye bi reng û dewlemend e Ser erd û dinê jî bêmenend e Her cih bi eşîr û kaniyên çak Hêlîna welat û şadiyek` pak îlon, Tebax, Tîrmeh, Adar Nîsan û Gulan û cot û bazar Her rûj û heftî hêv û salan Dîroka welat e rûpelên wan Bav û kur û keç û mam û pismam Pismam mirin di şopa dotmam Kurdmanc teva mirovên hev bûn Yek jî ne cuda hemî jî tev bûn Cotkar û şivan bi ken kirin şor Ser mêrg û zewî û solinê sor Parone û ga û golikên reş Gamêş û medek gedek hemî geş Hogeç û bizin û berx û nogen Wek av û co sipî û rewşen Cih cih bi bihuşt zmanê kurdî Cih cih bi meqam û zarê kurdî Ava ye welatê kurd û kurdan Gencîne ye Zîn û çavê Alan Hawar, hejmar 6, 8 Tebax 1932

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz