Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
Pehîz e dil pehîz e Dinê tarî bi zîze Pelên daran girîn in Cendekên wan birîn in Gul ne xwîne bi xwîn e Wek birîna hevîn e Pelên daran li deştê Qey eskerên şiketê-î Ezman reş e bi ewr e Dinê herî bi cewr e Koçera min tu î bûk Badev î bazor û pûk Ne golik û ne berx ma Dinê sar e û serma Pehîz e dil pehîz e Dinê tarî bi zîz e Dinê berf e û ba ye Qey rondik û dua ye Dinê berf e û baran Tu deng naye ji Botan şirnex li kû ez li kû Ewrex li kû ez li kû Pehîz e dil pehîz e Dinê girîn û zîz e Ne kêvroşk û nêçîrvan Ne zozan û bêrîvan Ne mast û dew ne savar Dinê tarî û êvar Ne kon û ne xêwet ma Tinê sarî û serma Pehîz e dil pehîz e Dinê hêstir û zîz e Dinê tarî û dil sar Hemî bê dost û bê yar Zelam rûs in û rûs dar Rondik, girîn û hawar Girîn in her girîn in Can û kezeb birîn in Pehîz e dil pehîz e Dinê tarî bi zîz e Hawar, hejmar 13, 14 çileyê Berê 1932

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz