Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
`şêr bi lepê xwe` Mêrg û zevî xirbe ne Gund û qesr tirbe ne Bilbil mirî gul mirî Ne rez maye ne tirî Ne gul û ne kulîlk man Ne parîz û gulistan Ne dengê xweş ne meqam Pêve j`ah û intiqam çavên bûkan b`hêstir in Kund digirîn distirên Ne pez mane ne şivan Ne blûr û blûrvan Gelî, çiya guwah in Ne xulam in ne şah in Deşt û newal bi xwîn in Dîroka me dixwînin Rêl û dehlik bûne zer Zêvî bûk in kezîzer Xwelî bûne xerabe Yezdanê me de rabe Bi camêrî nikarin Bi bêbextî dikarin Em jî ker in û kor in Ji pira wan diborin Ne qesr ma ne serban Ne mîrek ma ne siltan Ne saxî ma ne mirin Hîmê me jî dibirin Ken vemirî girîn ma Derman çû û birîn ma Keçik çû û kezî ma û aheke rizî ma Gulistan bû kevristan Ber çavên Kurdistan Arîkarê me nîne Hêvî! çirakê bîne! çavê Binefş heşîn e Sosin jî ket, bişîn e Ne giya ma ne rêhan Li parîzê Kurdistan Ne ma lê lê ne lo lo Qirik, kund, gur û eylo Dikenin xudan saz in Kezeba me dixwazin Mêrg û zevî xirbe ne Gund û qesr tirbe ne Bilbil mirî gul mirî Ne rez maye ne tirî Hawar çû û hêstir ma Nijdî mir û hêştir ma Mamik kur û dirêj e (şêr b`lepê xwe) dibêje. Hawar, hejmar 7, 25 Tebax 1932

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz