Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng çavên te stran in lê, bê gotin û deng çermê te spêde ye binê wî de tav Lamên te rohelat spehî yî bê nav Lêva te sûlava maç û ramûsan Bi sînga te dilê min çiqas kamiran Buhara eşq tu î, havîna hevîn Rûj hene derman î, rûj hene birîn Birîna xortan î armanca mêran Navê te dengîn e qedrê te giran Dil, can direcifin maça te agir Tu wek bager xurt î, wek zinar û gir Lêvên te bi gul in devê te şêrîn Dengê te wek tîr e, maça te birîn Lêvên te piyan in devê te şerab Te ez kirim xulam, te ez kirim xirab çavên xwe vedikî roj derdikevin Pora xwe vedikî buhar dikenin Devê xwe vedikî mirarî û gul Goşt digire birîn û xweş dibe gul Bê te; ji bîr dikim; zaro, bav û dê Wek çûkên birîndar dikevim erdê Jiyîn bi te re bext, bihn gulistan Kulîlk î ji ax û erdê Kurdistan Birîn... birîna te şêrîn û geş Bê te dil tarî ye û can dibe reş Destên te de saz im; ranên min tar in Xulamê te bûm ez ev hezar car in Stêr, bext, armanc tu î, av, şerab û dew Geh rast e biken geh bi girîn derew Ez bê te nikarim canê min têşe Bê te sîngjar dibim jîna min êş e Bê te ji bîr dikin zaro, bav û dê Wek çûkên birîndar dikevim erdê Hawar, hejmar 15, 23 çileyê Berê 1932

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz