Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

19 views 0 likes
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê Hevîna te kûr e, hêviya dinê Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb Maça şêrîn; ko lêva te bi min da Ez birîndar kirim û bi min ve da çira dişewite; zimanekî zêr Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr Bo tihniya dilî; lêva te kanî Ji xewna çavê re; te sorgul anî Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar Havîna min bê sih, rêlên min bê dar Mehfura mirinê min bi ken raçand Jînê ez xapandim, min kes ne xapand Hawar, hejmar 15, 23 çileyê Paşê 1932

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Kamiran Alî Bedirxan
🛒 0

Your Cart