Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
Ne tîr û ne xencer bû Ne mar û ne ejder bû Bihna Gulê ez kuştim Ne şûr û ne şeşder bû Ne kanî ne robar e Dinê êvar û sar e Rûyê Gulê ez kuştim Erd evraz e û xwar e Dinê bêdeng û zer bû Û tirba min li der bû Çavên Gulê ez kuştim Ne êriş bû ne şer bû Çiya berf û dûman e Gul û sosin nemane Rengê Gulê ez kuştim Yê dimire beran e Gulê bêdil û bêcan Gulê hakim û sultan Sînga Gulê ez kuştim Gulê rovî û şeytan Gulê bêdeng û bênaz Gulê bêqîr û awaz Dengê Gulê ez kuştim Gulê govend Gulê saz. Hawar, hejmar 13, r: 2, 1932

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz