Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

18 views 0 likes
Dilo rabe buhar e Kesk û sor e bi dar e Dinê germ e ne sar e Dilo rabe buhar e Mêrg û solîn zozan e Êda keç û qîzan e Havîn bavê xîzan e Mêrg û solîn zozan e Ne berf maye ne baran Ruhnî kulîlk li daran Bû keyfxweşî li jaran Ne berf maye ne baran çem bi av û stiran e Te jî pez û beran e Dinê xort û ciwan e çem bi av û stiran e Ga û golig heval in Welatê wan newal in Hemî xort in ne kal in Ga û golik heval in Heyiv derket zebeş e Erd û ezman ne reş e Dinê bi ken û geş e Heyiv derket zebeş e Heyiv zebeş tu rêhan Ez dilketî tu qurban Ez kirêtim tu heyran Heyiv zebeş tu rêhan Mêw ez im tu î tirî Mih tu î ez im hirî Te firot û min kirî Mêw ez im tu î tirî Ez kanî me tu av î Ez nêçîr im tu dav î şevreş ez im tu tav î Ez kanî me tu av î Ba û baran pehîz e Dinê bi xem û zîz e Delala min bilîze Ba û baran pehîz e Ne derew e ne kenîn Ne bexçe ye ne cinîn Tu svwar î ez im zîn Ne derew e ne kenîn Tu buhişt ez dergevan Kêr tu î ez im qurban Gorî te me ez heyran Tu buhişt ez dergevan Kul ez im tu hêstir î Tu ji periyan çêtir î An zêrî an zêrkirî Kul ez im tu hêstir î. Hawar, hejmar 14, 31 çileyê Berê 1932

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Kamiran Alî Bedirxan
🛒 0

Your Cart