Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
`şêx Evdirehmanê Garisî çû rehmetê` Melayê min û şêxe min melayê erdê Kurdistan şehîdê erd û ezmanî Gozge û Botan Ji bo milet ji bo kurdan; fidabûyî, tu qurbanî şehîdê eşq û îmanê, şehîdê rizm û mêranî Welatê te melayê min, welatê pak Kurdistan Ne Gozge bû, ne şernex bû, welatê te ne jî Botan Ji bo namûs û camêrî, ji bo milet fida bûyî Ji mîrên te, jimêrên te, ji nişka ve cuda bûyî Riya milet û dînî de, bi mêrxasî tu bûyî qurban Meqamê te buhiştîne, bi emir û gotina Quran Di ezmanê Amîdê de, tu (Bercis) bûyî tu kewkeb bûyî Ji bo yar û ji bo dijmin, ji bo kurdan tu bi kerb bûyî Riya din û welatî de, qelemkêş bûyî û şûrkêş bûyî Ji bo milet ji bo kurdan bi ezim û rezim ji çira bûyî Ji bo laşê te şêxê min mezare axa Kurdistan Dinê tirba te şêxê min û gorna te dilên mêran Ji bo kurdan ji Gozge ew peyamek xweş diyarîbû Bi mêranî û camêrî bi her tiştî dikarî bû Ji bê bextî me safî kir, li bêbextî xulam in em! Ji bê bextî perîşanin û bê dewlet zilam in em! çeleng bû mêr û jêhatî, bi tevdîr bû û zîreb bû. Bi nav û deng bi xwîn û reng bi her tiştî mubarek bû Bi şorê te bi pirsa te bi ilm û rifet û xîret Tu bûyî rêber û tirba te (ji) hemîne meşhede ibret Birîndarin te derman kirim, birîndaret tu kuştî ax! Ji nû ve hêstir û matem ji nû ve can û dil kambax! Bi mêranî û gernasî tu buyî seyda tu bûyî rêber Delalê mêr û camêran delalê reb û pêxember Bi mala te, eşîra te hemî milet birîndarin Girîn û ax û zarîn e, girîn û ax û hawar in Tu seyda bûyî, tu bûyi bavik, tu bûyî kurê ta bûyî armanc Feqehên te birîndar in, birîndar in hemî kurdmanc Ji nû ve şahiya dijmin, ji nû ve gur û seh şabûn Bi tirba te, lê şêxê min hezaran kurd ji xew rabûn Tu alî, goreyî ay şêx, tu roja hêviya milet Tu alî, goreyî ay şêx, tu kanî bûyî ji bo himet Tu alî, goreyî ay şêx, tu tirba qudseya kurdan Bi anîn û bi camêrî de rabe êdî Kurdistan Mirina te û penda te vejînin miletê kurdî! Feqehên te peyayên bijînin milete kurdî! Tu alî, goreyî ay şêx hişê mîr û feqehan bûyî! Serê te ji axa Kurdistan rehê te ji axa Botan bû! Tu alî, goreyî ay şêx tu ala meşheda kurdan Tu pelkê zîv û zêrînî ji dîroka dilê xortan Tu dîroka şehîdanî tu serborîna Kurdistan Sibe qurbana şêxê min dibin sed destên Cenkîz-Xan Delalê axa kurdan î, delalê axa Kurdistan Tîmorling nekir wisane, kir wisan jî Cenkîz-Xan Tu sultanê dil û çav î, tu sultanek hiner bûyî Bi şor û ilm û şêranî, tu seyda bûyî tu rêber bûyî Melayê min bibêjim çi, ji pirsan pir mezintir tu Melayê min bibêjim çi ji canan pir mezintir tu Tu çuyî, pir jî sêwî man, dilê milet jî ma ba te! Melayê min bibêjim çi dilê min bûye tirba te!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz