Ev çend sal in dilê min qet ne geş e
Dinê tarî, dinê êvar û reş e
Dilê min qet, ne ava bû ne bû geş
Buhara min, pehîza min hemî reş
Di çolê de, di deştê de tinê me
Qey rondik im; qey ez şîna dinê me
Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye
Min çi kir ko dinê li piin tarî ye
Min çi kir ko zaroyên min mirine
û ronahî ji çavên min birine
Bê xanî me bê tilik im; bê welat
Her ji min re maya bêbext rohelat
Min bûk ne dît, zaro ne dît ne dît al
Porên min gewr e pîr bûme, bûme kal
Welatê min biken, tiştkî bibêje
Lalbûna te çima hevqas dirêj e
çima hevqas; tu bêdeng î û bê nav
Bila bibin; goriyên te sih û tav
Welatê min biken biken megirî
Ji bîra te hêj derneket Agirî
Kemal Fewzî, Extî, Fiad ne mirin
Ji nû ve ew; rêya te de dimirin
Ji nû ve ew, ji tirbên xwe radibin
Ji nû ve ew, dimirin pê şa dibin
Sînga te de veşartî ne çend hezar
çend hezar jî bê gund mane bê bajar
çend hezar jî sêwî mane û bê mal
Text jî çû ye, bext jî çû ye ne ma al
Lê bawerî sist ne bûye nabe jar
Kelên te ne tev gundê me tev bajar
Kelên te ne sîngên kurd û kurdmancan
Mirin nîne bo giyanê ermancan
Bawerî qet mirin çi ye nizane
Jiyîna wê bêmirin e dizane
Ava bibî, serxwe bibî megirî
Ji bîra te hê derneket Agirî
Hawar, hejmar 14, 31 çileya Berê 1932
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön