Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
Lêvên te du pêt in çavên te stêr Diranên te mirarî Dilê te dêr Ava bi ronahî Wek Zerdeşt î Dinê û ezman î Mêrg û deşt î Sor î rohelat î Deng û nay î Buhar û blûr î Brûsk û ba yî Porên te zêr û zer Canê te zîv Tu bibe ji min re Taştê û şîv Taûsê arper î Kenîna bûk Bikene dimirin Bakur û pûk Tu ewrên ezman î Tu keskesor Li ber lamên te lez Dimire sor... Tijî hêvîn tu î Hesret jî tu Zana û ferzane şîret jî tu çûkeke delal î Dengekî çak Kaniya zelal î Wek berf î, pak Xwesteka min tu î Strana min î Mêkewa min tu î şivanê min î Xezala min tu î çavên te reş Ez beranê te me Sînga min geş Pêşnivêjê te me Tu mizgeft î Dilê min ezman e Tê de stêr î Di çavê` roj û hêv Ronahî tu Li qesra spehiyan Avahî tu Sînga te çiya ye Tu agir î Li buhiştê hêvîn Pêxember î Bêkes im û tinê û bê dotmam Di vê dinyayê de Bê govend mam Kulîlka Adar î Bihna buhar î Tu deng û hawar î Stêra êvar î Pêşnivêjê te me Tu mizgeft î Dilê min ezman e Tê de stêrk î Porên te zêr û zer Canê te zîv Tu bibe ji min re Taşê û şîv Hawar, hejmar 8, 12 îlon 1932

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamiran Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz