Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Xusrew û Keyqubad Eskender Weku Kîsra û Kawis û Qeyser Hemû têk çûn û pakî fewtawe Ne sîlah û ne sikkeyan mawe Waqî’en wa ye wek beyanim kird Her kesê za be na’îlacî mird Merg û jîn mîslî sêber û taw e Ewî baqî bimênê her naw e çunke herçî le darî dunya ye Dêt û derrwa, hemûy weku ba ye Sed şehenşah û padişa mirdin Seyrî ke kurdî ême her kurd in Mîllet e baqî, ma beqa fanî Her le cafî heta be goranî Hesretim her em e le dinya da Hacî demirê be dewrîyan naga Ger be dewranyan bigeyîyaye Hemû hallî debûn çi derya ye çi be mensûr û gewherî kurdî çi be nezm û kîtabetî wirdî Se’dî eyyamî xoy nebû nanî Weku min bû gerrok û bê xanî Êste xallqî le hesretî demirin Beytekanî le zêrr û zîw degirin Axîrî rojekîş deyê we’dî Xefetim bo bixon weku Se’dî Qazîy nesr û muftîy nazîm Tê degen ta muderrîs û ‘alîm Bo tesîhey zubanî kurdane şî’rekanim delîl û burhan e Ye’nî ta mawe şa’irî xerra ‘Alîm û ‘amî daxî bo naxwa Lakîn ew sa’etey be rehmet çû Qurr depêwin dellên: çi hîkmet bû! Peşme Hacî were weku caran Bêrewe ser hîkatetî kurdan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz