Dellên yar dêtewe babî mehebbet, ya Xuda wa bê
Eger duşmin dellê: Nabê! Muxennî to billê: Nabê
Delerzê baxeban serut le tirsî qametî berzî
Gutî em nîkte barêkî giran e tê degey nabê
Le hîcrit herdem e seylî siruşkim maceray çawim
Be rengêk rengî kird rengî cîhan bawerr meke wa bê
Le nakaw dilberim fermûy helliste êstekê wa`îz
Le boman dadeda we’zê; gutim: Bakit çî ye ba bê
Be tedmîn ferdekî Nalîy dehênim ta refîqanim
Bizanin feriqman zor e, xezef qet wek guher nabê
“Kemendî zullfî dûlan e, le bo gebir û musullman e
Dekêşê bê muhabane, çi lem la bê, çi lew la bê”
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön