Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Basî bawkî meke, aramî nîye ew terese Rojê casûs e, be şew ta be sibeynê ‘eses e! Nakirê medh û senay to be zuban û be qellem Heq e medhit nekem û qafîyezanîm ‘ebes e şêr weku mûr e le lay zullfî kemend endazî Fîle mêşûle ye, lêy la bide, ‘enqaş meges e ‘Adetî girtuwe ‘uşşaqî nebê hellnaka Werine bo kuştinyan, nîme nîgahêkî bes e Lêwî wek qende mukerrerr le dema şîrîn e Bo ye tekrar e weku nalle enîsî nefes e çûne jêr barî rîyaset kerî û ehmeqî ye Le qetarîş ewî pêşeng e ‘elawey ceres e Bûmî wêran e be roj û segî ew ko ye be şew Herdûkî xizmî yek in, Hacî be bê xizm û kes e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz