Bay we’de befrî birdewe, yexbendî kirdewe
Gull şem’î pê kira, şererî cemre mirdewe
Espî reş û spî begirew xar deden be taw
Wek roj û şew, diyar e le şew roj debatewe
Bulbul dexwênê, ba le defî bergî gull deda
Xunçe le batî giwê bigrê, dem dekatewe
Nergis le mêrxuzar dezanî be çî deçê
Binwarre asman le şewa eynî hî ew e
Tamî nemawe qîsse û furset xenîmet e,
Me’lûmî xas û ‘am e heçî çû nehatewe
Mîslî şerarî kaxez e sûtawe ‘umirman
Romî ke defi’ bû girêy dill defi’ debêtewe
Lem weqte her kesê weku Hacî le gullşena
Destegullî be desteweye destî birdewe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön