Be rux û zullfî şew û roj î heta roj û şew e
Girpey dem be demim dujminî xûnînî xew e
Fîtney xemzew û nazî nîgeh û çaw e ke wa
Hat û hawar û hera û gêçell û tallan û rew e
Dill le fîkrî dehenit halîkî rêgey ‘edem e
Ya muqîmî serî zullfî tu we ya rahrew e
Le gell em ahuwe dê em segî rîş kon û niwê
Dête so dêtewe sû rêşî ke kewne cidewe
Le behay mujdey wesllî qedemî çit bidemê
Dill enîsî serî koy dulber e canîş girew e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön