Cîhan bûyte cezîrey behrî giryem
Be bê buhtan eto Zîn û emin Mem
Le cînsî ademî wek to nezawe
Perî rûyek le Adem ta be xatem
Emin şêx im, serim şax e, henasem
Nesîm e, dîdekanî mêzerim tem
Dellên me’şûq e dête ser serînim
Dezanim wa nîye wellahu e’lem
Lebî Zehhakî fermûy marî zullfim
Cemî kelley keye, mûçey serî cem
Mellê kezzab e sofî, sax e wa’îz
Le lay min wek yek in bê keyf û bê kem
Murîdî sadiq û şêxî keramet
Herîsî qanî’ e û ‘uşşaqî bêxem
Sewadî e’zemî Qunstentenîyye
Gelê bênawî kirde sedrî e’zem
Be destûr û be qanûn û nîzamî
Xuda way kird ke sûrî kird be matem
Kurranî dû hewê n dinya û ‘uqba
Mîsalî dakyan in ew le gell em
Be yek naçin Reqîb û Hacî Qadir
Xudaya ew rezîl ke û em mukerrem
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön