Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Eger kurdêk qisey babî nezanî Muheqqeq dakî hîz e, babî zanî Were ba bot bikem basî nîhanî Tefennun xoş e ger çakî bizanî Selaheddîn û Nûreddînî kurdî ‘Ezîzanî Cizîr û Mûş û wanî Muhelhel, Erdeşêr û Deysemî şêr Qubad û Baz û mîrî erdelanî Emane pakyan kurd in, nîhayet Le ber bêdefterî win bûn û fanî Kitêb û defter û te’rîx û kaxez Be kurdî ger binûsraye zubanî Mela û şêx û mîr û padişaman Heta mehşer dema naw û nîşanî Be zîddî mîr û paşaman birawe Bes e ba bêyne ser rêy mîhrebanî Ke deygut şêxî min: Min destgîr im Le lam wa bû le ber cehl û ciwanî Ke pîr bûm tê geyiştim destî girtim Le kesb û kar û tehsîlî me’anî Bellê şêx qutb e emma qutbî aş e Be aw û nî’metî xellq e gerranî Le bo jin dê le kollan wek segî har Le jin helldê be mîslî ker le xanî Billê bew serkizolley kuzperiste Be çawî kildiraw û rîşî panî Ke nef’êkit nebê bo dîn û dewllet Be min çî neqşbendî ya nemanî Kesê pîyaw e ke danê wek Hem Axa Le bo ebnay cînsî nan û xwanî We yaxud wek Emîn Axa be hîmmet Bika bo qesrî mîllet pasebanî Billê lem behse her kes munkîrî to n Bifermû sehl e rêgey îmitîhanî Be ummêdî dû sê dana ye Hacî Durrî giran deda be herzanî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz