Em ahuwe mumkîn nîye nexçîrî be tedbîr
Hellnaxelletê bawkesegî pîre le tezwîr
çahî zeqenî mehleke ey dill be gurîsî
Ew zullfe eger sîlsîle ye xot mexe nêw bîr
Ey badî seba min bibe sûdî nîye name
Teşrîhî ze’îfî min û xem nayete tehrîr
Ceyşî hebeşî zullfî le gell xettî be şerr hat
Sofî dillî bê çare le ber pê buwe hencîr
Bem muhrî Suleymanî zeman herweku Xurşîd
Dunya bigre bê mededî xencer û şemşîr
Bê dîtin û bê wasîte çatir le min û to
Hîç kes nîye neynasê eger şête eger jîr
Bê mînnet e ger xwanî welî nî’metî Hacî
Em şêxe çî ye, qunçkî pîwaz e, serî sîr
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön