Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Xezneyêk e beytî min dû mîsre’im daxistuwe Kes tema’î tê neka rêgay dizim lê bestuwe Bîke ber dîbay nezmim ta qîyamet nadirrê çunke ebkarî me’anîy tar û popî ristuwe Zahîra beytim le Nalî û Kurdî zor kemtir nîye Tali’im bergeşte ye, bedbext e bextim nûstuwe Basî hûr û basî xîlman û perî bo min meken Wek mehî bêmîhrî xom nem dîtuwe û nem bîstuwe Nîwe şew ger derkewê wek mahî sekel tel’etî Wa dezanin aftab û muşterî ser bistuwe Dest û pêy ew padşahî husne kiwêlem pê dellên Hênde engustî peşîmanîm le hesret gestuwe Dill le kuncî sîne da ger xwên denoşê û xem dexwa Hacî bo qurbanî ‘îdî weslî to daybestuwe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz