Xem mexo bo nan û xwanit xellqî hêşta nustuwe
Zallekey dinya tenûrî meşrîqî daxistuwe
Bêxewîm dayê nexoşîm lê kirrî çawî keçî
Wek min û bextî sîyahim her nexoş û nustuwe
Lêt deşêwê her ke zulfeynî peşêwî la bida
Mahtabî serkel e ya rojekey ser bistuwe
Dulberim bermamkî dabû le ber êşî didan
Wa dezanin rûmetîm em şew le xew da gestuwe
Taqet û sebrim eger rûyîn tenî efirasîyab
Rostemî hîcrî le erzî dawe destî bestuwe
Ey seba yarim eger pirsî le hallim pêy billê:
Mabû ta ew weqte hatim wa dezanim mirduwe
Xem mexo qurban le bo qurbanî ‘îdî weslî to
Muddeyêk e bew umêde Hacî xoy dabestuwe!!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön