Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Xakî Cizîr û Botan, ye’nî willatî kurdan Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenistan Wa rêgetan debesrê ‘êlatî Caf û Billbas Ger mirdûn le germên memnû’ e biçine kwêstan Kamî kiç û hetîwî şîrîn bê raydekêşin Hawar debene ber kê peşme dexîl û aman Mescîd debête dêre naqûsyan mu’ezzîn Metran debête qazî, muftî debête rehban Hîç xîretêk nemawe sed car qesem be Qur’an Peyda bê Ermenistan namênê yek le kurdan Sertan le qurr hellênin, ehwallman bibînin çon în le destî zullmî bêdînî dûr le îman Wellahî summe bîlla, tellahî em bella ye Her hêndey pê dezanin îqlîmî kirde tofan Tofanî aw nîye hîç derçê le kêwî Cûdî Behrî tifeng û top e, însan e behrî ‘Umman Em qîsseyey ke kirdim nagate çend sallî tir Em hallete debînin yek yek be çawî xotan Hall êstêke weha ye meger Xuda be sûkî Têkyan bida we îlla dûr e le ‘eqillî însan Herçî weku beyanim bo kirdûn be tehqîq Peyda debin segane, kam qurr bikeyn be serman Lem beyne îttîfaqê peyda biken be merdî Ferqî nebê şiwan û cutyar û mîr û gawan Ger hîç nebê be oyin nabî’ be dewlletê bin Bêgane çak e duşmin nek duşminî le xotan Romî weku benî mûn kes piştiyan pê nebestê Kewtûne dawî xoyan, sergeşte mawin û heyran Kiwa walîyî Senenduc, begzadey Rewandur Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan Ew ayetey fe sîrû fî-l erzî Xuwa ke fermûy îcray deken segane bî-n nefsî şahî xoyan Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn Sulltanî mullk û mîllet, sahîbî ceyş û ‘îrfan Coşêk biden weku heng, tegbîr biken be bê deng Esbabî şerr peyda ken top û tifeng û hawan Parranewe û tewekkul lem ‘esre pare naka Tîre du’ay cewşen peykan e hîrzî meydan Boçî beşîrî ême ye’nî resûlî ekrem Hîç ed’îyey nezanî rojê ke deçuwe meydan Wek Xêwe û Buxara, bellam narrwa be hîmmet Ref’î biken meşayix, def’î biken melatan Her şêxê kewte şiwênî yek dû kesî reş û rût Xellkî be mûr dezanê, xoy hezretî Suleyman Yektan neçûne gerdiş wa tê degen le dinya Her padşahî rom e û şahî ‘ecem le Taran Qutbî zemane Xalîd aware bû weku min Bê qedir û qîmet û şan, bê xan û man û bê nan şîr û qellem şerîk in lem ‘esre da, dirêxa şîrim qellemtiraş e û kalanî ye qellemdan! Em me’sele meşhur e ger qurr dekey be serta îksîr e xak û xollî dermallî gewremallan Tenha ême weha nîn, dîbaçey Mem û Zîn Hallît deka çi lon e ehwallyan suxendan Xotan dellên: Eger çî meşhûrî xas û ‘am e Her rêwîyek gerra bê azatir e le şêran Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan Binwarre se’î û xîret êsta le dewlletî rom Xoyan xezînedar in, xoyan tebîb û sulltan Her diwênê ehlî Sûdan hestane pê weku şêr Êstêke musteqîll in mehsûdî kullî edyan Bulxar u sîrb û yonan, hem ermen û qeretax Her pêncyan be te’dad nabin be qeddî baban Her êke musteqîll in, kullêkî dewlletêk in Sahîbî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan Hem heqqyane ermen xîretkeşî yektir in Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran Bo fennî herb û sen’et, bo zebt û rebtî mîllet Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan Hacî kesêke bêkes bo êwe qurr depêwê Gwêy lê degirin zerîf e, nagirin bella le xotan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz