Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

3 görüntülenme 0 beğeni
Were seyrî bizane lawî koyî, Meh e danîştuwe ya seru we royî Heyase û pestekî lay nêwe şanî Ke way şîrdax û fês û camedanî Be yexmay dawe xerqey şêxî hîndî Rîda û teylesanî neqişbendî Ke bîstî seydî dill lem dewre baw e Le penca cêwe şestî zullfî nawe Dillî wîstim dû çawî, danî xoş e Dillim naye dillî bişkê, nexoş e Girînim wek şewî payiz be taw e Gullêkim biwe û le baxan da nemawe Mellê xem gewre ye ya girye wird e Eme gerdaw e, ewyan awegird e Bes e ey xame ba em base pey bê Were ser basekî wa faîdeyî bê Emane qîsseyêk e zor kiraw e Weku awî şewê tamî nemawe Gelê sall e ehalî şarekey Ko şew û rojê le gell şêxanî bêpo Mîsalî agir û agirperist in Desûtên û hemîsan deyperistin Le ‘ehdî “ker nebî” ta dewrî “ga kiwêr” Le giwêy ga nûstû n, zor heyf e bo şêr Le kin xotan fillan îbnî fillan in Le dinya ayîn û oyîn dezanin Ke çî keç meşrebêkî bêdîyanet Be hîle mil denête ber ‘îbadet şerî’et ger bizanî ya nezanî Weku ker deçine bin barî giranî Le meş tenha nîye sûç û xetatan Le kesbîş xafill in mîslî melatan Le Bexda bo çî xorma bêt û leymûn Le bo derman le şar bê ronî zeytûn Le dewrî kullî baxî şarî Koyê Dûsed bin darî zeytûnî be coyê Le êwe kamtan bû êk dû barêk Bikate kîseyek yaxud xerarêk Dû pêy lê da le kola mîslî doşaw Weku ron ronî zîtûn bête ser aw We ya key nêjrawe çend nemamek Le narinc û tûrunc û her meqamek Bizanin şîn debê, nabê, be ber dê! Le cêgay germ û sardî çî be ser dê! Beraw û erzî êwe kîmîya ye Durr û gewher gezo û mazûy çîya ye Me’adîn xatirî to bê le gell kan Genimtan zêrr e hetta zîw e zîwan Rejûy wa porr û xwê û newt û gogird Le kêwî êwe da ko ye weku gird Le beynî mîlletî xotan beyarî Biken teqsîmî şax û darûbarî Dewen axir debête darî gewre Merrî lerr xidmetî bo goştî çewr e Le dinya da ewî baqî bimênê Le ‘uqba da gunahî pê nemênê ‘Eta ye û husnî xulliq û îttîhadî îta’ey ‘aliman e û şêxî hadî Xerîkî kasibî û karî hellall e Be xeyrî em ewanî tir betall e Ewaney mullkî xoyan kirde dewllet Weku bit deyperistin cem’î mîllet Mîsalî êwe bûn yaxud weku min Ewan bo çî pîyaw in ême wek jin Sikender bo çî çarçaw û dûser bû Fereydûn fîl û Kawe şêrî nerr bû? Le dunya her kesê hesta be hîmmet Fereydûnêk e, Eskender miruwwet Le sayey şî’rekanî wek Ferîdûn Demênê Hacî ta dewranî gerdûn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz