Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Weku roj û şew e ferqî gudazî şem’ û sûtanim Ke ew her şew desûtê, min hemû dem; gerçî însan im Be texmîn wesfî fîrdews û cehennem boç deka wa’îz Le sayey wesill û hîcranit be xom dîtûme deyzanim Le sîrrî hîkmetî çawit geyiştim ba’îsî rûhe Tebessum mawe tê nagem le fehmî remzî heyranim Kizey cergim dexîlit bim fîraqim kird ewa mirdim Desa dey bêre lam satê nemawe tabî hîcranim Ebû zeydey deka rohim le gell maçî demit emma Detirsêm wek nîşanim da billê: Hîç e û peşîman im Ke dûnê hatî fermût bê û nehatim mesllehet wa bû Ewêste çawekey min çî defermûy bende ferman im Eger Bexda şika seddî nema darî le ser berdî Le Decley nagirin Hacî dîyar e coşî giryanim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz