Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Udeba çak e lêm nebin derhem Lem qise û lem hîkayetey deykem îdî’ayî her senayî’êk naken Ta ku neyxwênin, îmtîhanî neken Pêy dellên hîlebaz û kezzab e şêx Nebî xarîc e le em babe Xaneqa û şêx û tekyekan yekser Pêm billên nef’iyan çî ye axir! Xeyrî te’lîmî tenbellîkirdin Cem’î emlak û xeznekokirdin Def’eyek îmtîhanyan naken Tê bigen zehr e ya ne tiryak in Le mehekkî biden eger weku zerr Tê degen rêgirin we ya rehber Dexîlî şêx û mêx mebin ebeda Hîç kesê rizqî hîç kesê nada Ey xerîkî rimûz û naz û nîyaz Ewrupa fennî geywete î’caz Qulleyî îfilî le eflak e ‘Eksî ew gerdişî le jêr xak e Kureyî em zemîneyan pêwa Xatirî to bê çûne cewîy sema Qiseyê emrro deygirin le zuban Sallê tir bot deken be bê nuqsan Sedûpenca luxet zîyad deken Sallî bo nawî sen’et û bo fen çînî ateşperist in êstakeş Gebrî bêdîn û hîndûwî rûreş Bo çî fermûyetî nebîyî emîn: “îtlubu ‘îlmekum welew fî ssîn” Nêr û mê lem hedîse ferqî nîye Ger mela nehîyî fermû dînî nîye To were fennê fêr be çît e le we Gawir e, hîndû we, we yaxo cû we Lazim e xul bixoy weku berdaş Hemû qernêk degorrê emrî me’aş Tenbellî karî hîz û bêxêr e Destî mandî le ser zigî têr e Ehlî cennet ne şiwan û gawan e Sahîbî fenn û ‘îlm û ‘îrfan e Faîdeyî ger bidaye zîkr û du’a Debuwe Qarûn geday ser rêga Herçî bêbehre ye le kesbî kemal Debite derwêş û margir û hemmall Le hedîsa heye hebîbî Xuda Gutî: elkasîbu hebîbu lla Mushefî Xuwa ye ‘alimî birsî Be du nanî dedat û natirsî Sofî wek tîşne bû le zîkrî hetaw Sed niwêjî deda be kasek aw şî’î wek tîşne bû le sînezeden Be dû qetre deda Huseyn û Hesen Be qisey muxbîr û muerrîxî kon Mîlletî çîn e çarsed milyon Ser be ser dewlletî hemû Japon Zor be zehmet degate çil milyon Ehlî Japon be fenn û sin’etî çak Seyrî çon çînî girt û kirdiye xak îttîhadî be îttîfaqî enam Super e bo hewadîsî eyyam Kurdî ême û agir û newt in Pêkewe pûş û agir û newt in Bê eger destî yektirî bigrin Wek Sikender cîhan hemû degirin Xwardin û setrî ‘ewret û sukna Ba’îsî jîn e bo geda û paşa Halletî wa ye çî le ser xak e Xeyrî îsa dellên le eflak e Ew hemû medhî badew û dulber Nûsrawe le sed hezar defter Weku xemsey nîzamîy genc e Ke le lay xellqî kîmya û genc e Ya weku beytî şîrin û Ferhad şî’rî Hacî le ber kiraye be yad Êste mîllet debûne sahêbî cah Yane hemtay ewlîya’u llah Kê dellê kurdekan be îdrak in Bes e em neqs e giwê le min naken Le qisey saxî min xelel degirin Wahîmey şêxekan le dill degirin Ewî muhtacî nan û pîwaz e Ba hetîwbaz e yane mêbaz e Heyf e bo merdî sahîbî temyîz Hênde basî mekanî pîsî û mîz ‘îşiqbazî û heway derwêşî Mîlletî xiste feqr û bêîşî Ew kesey dewllemendekî çak e Bendey romî yanî napak e Hemû mirdûy mîyan û simtî xo n Beytî meddahyan be can dekirrin Beytî min çunke kellkîyan degirê Le xerîbî û bêkesî demirê Ta le jêr barî romîyan nemirin Zehmet e qedrê beytî min bigrin Yane wek ehlî mexrîb êstakî çî ye nawit? Dellê: Xirîstakî Bawkim Ehmed bû nawî, fîkrim dê Xellqî ladê bû, daykî min Fatê Hacî sa besî ye sedhezar def’e Pêm gutî: Em qisane bênef’ e Rojî ewwel le bende û azad Xidmetî xellq e qîsmetî ekrad Lêy gerrê qewmî to hemû mar in Diz û hîz û pîyawkuj û har in Mirî nawdarî wirçî naw dar e Rastîyan xwar e, xwarî xunxwar e Bawke her çonê to dellêy wa ye Zen deken em qisane xorra ye Qurşî kam cê bikem be ser xo da Eme lêm bûyte ‘îlletî sewda Be qsey çake destyan degirim Erkî nakem be lome ta demirim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz