Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tacî bismî llahî rrehmnî rrehîm Name ser bo def’î şeytanî recîm Macerayêkim heye bê bêş û kem Hîç diroy tê da nîye ba bot bikem Banîyî no taqî qubbey bêstûn Ke’beyêkî bo me kirde rênimûn Qasîdî peyxamî fermûy: Men bena Mescîden yubna lehu kema Baz fermûy ser be ser rûy zemîn Mescîd e bo zîkrî rebbî l ‘alemîn Ye’nî her mallê kira bê bo Xuda, Ke’bey ‘elya ye bo zîkir û du’a şikllî tekye û xaneqahî şêxekan Waqî’en rengîn e emma bo rîyan Lem hemû şêx û murîdaney rîya Ferdekî naçête mizgewtî Xuda Mescîd û mîhrab û mînber bêkes e Her mepirse hallî çon e medrese şeyxena ger em qiset nayête giwê Seyrî wa çolle kerî tê da bigê Nakirê bem hay û hûye def’î rûs Herwekû şêxî Buxara û Endelûs Mîslî êwe pallyan da be du’a Axîrî kafir be rîşyan da rîya Piştiyan da hîmmet û şeyxûxetî Ta feransiz pakî kirde mîlletî Merqedî eqtab û qubbey ehlî raz Bote cêgey gagel û mollgey beraz Hînd û Daxistan û Qazan û Qirim Xêwe û Hînd û Buxara û Xiwarrezim Yek be yek wek êwe bûn û zêdetir Ser be ser bo barî kafir bûne ker Mu’cîze û keşf û keramat û du’a Bo çî neybû fexrî ‘alem mistefa Cîsmî nûrîn û didanî gewherîn Ew şika, emyan buwe cêgay birîn Sebhe û mîswak û xerqe û teylesan Bûne pabendî cîhadî xazîyan Em hemû şehbaze bûne kundebû Xellwe kêşan û çile sûdî çi bû Seyrî nakey taîfey ew şêxekan Wek sehabe û ‘adetî pêşînyan Rût û pêxawis be zergêk û metall Bawkî bo dû pûl derdeynê le çall Qesrî dîn, binc û binaxey mehkemî şîr e û tîr e dîrek û taq û xemî Musbhet e fermûy hebîbî kîbrîya Min nebîyî şîr im le meydanî wexa Gullşenî pirrmîwey baxî me’ad, Wa le jêrî sayey tîxî cîhad Kê gutî: Mîswak e tîrim ya ‘esa Nêzeme gurzî giranim munteşa Ya kemendim ruşte ye, tîxim teber Post û keşkoll û defe û tac û kemer Kam hedîs û ayetî mu’cîz numa, Hatuwe bo rexbetî reqs û sema Em îşarate be cêgaye û be rê Nek wekû çawbest e terrkî bin berrê Darî dinya her kesêkî têy geyî Mîwey xamî heye û mîwey geyî Pendî min xamî dezanin xamekan şîrin û puxtey dezanin puxtekan Takî dunya maye puxtey her heye Lem ker û xamey ke hen bakim nîye Ba billên: Em şête qehpe mirduwe çend werrîwe, çend wirrêney kirduwe! Heq te’ala waqîfî ehwallim e Xalîsen lî llahîye terqîmî eme Beytekan ‘eybî meken xwar û keç in Meqsed im lem bend û bawe derbiçin Werinê em dunyaye nefsî çî ye! Ger le ber êwe nebê bakim çî ye! Min le tofana berrî xom derdekem Wa mezane damenî xom terr dekem Êste herçîm pê billên ‘eybî nîye çunke însan ‘îlmî xeybî pê nîye Axîrî çî wehşî ye mallî debê Cahîlîş ew roje dê hallî debê Em qise ba lêre bê mandî bûm Bot bikem basêkî boyan kirdûm Pêy gutim: Ehbabekî sahêb heşem Ser guzeştêkim heye ba bot bikem Bazî xew îmşew le ber bêhemdemî Bû be nesrî asmanî hewtemî Zaxekey şew baweşênî şaperrî şem’ekeyî kujandewe weqtê firrî Beyzekî cê ma le gell derkewtinî Asman zerd û sipî bû damenî Mahî bêmîhrim le derga hate jûr Matem û şîn û xemî kirdim be sûr! Kurt û kirmancî ke girtim be reza Xistim û baqî weku beytî Reza çunke zanîm îş ke kewte giftûgo Bêserûpê ye weku çewgan û go Axîrî nayê weku rûbar û çom Ya şerre ciwênî le nîw xerrat û dom çî pîyaw bê tê dega romî çî ye Basî rimbazî û siwarî bo nîye îttîfaqî dulberêkî bêkeder Hacî enwa’î lîbasî kirde ber Bê cîyaz û mareyî deyda be şû Lem hemû kurdane daxwazî nebû ‘Aqîbet deyxwazin emma ew demî Pîr buwe, nazê kel û kome demî Ew zemanî bûne ardî nêw dirik Pareyek naka dû sed car bête rik

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz