Ta salîkî mesalîkî mullkî qena’etî
Bakit nebê le rêgir û ehlî şeqawetî
Sofî ‘îbadetî hemû bo mekr û rîwe ye
Ger şêrî nerr be giwê bigrê, peşm e ta’etî
îxlas e eslî meqsed û xorra şeqî debê
Wa tê dega be ser mequlat e se’adetî
Bême’rîfet mebe le terîqî heqîqeta
Ser menzîlî şerî’et e cêgey selametî
Nagen be hîz û rêgirî ême le mullkî Rom
‘Ellamey wîlayet û şêxî wîlayetî
Mefhûmî dû hedîsî sehîhim le beyteka
Cê kirdewe; nezer bike kurdî û fesahetî
Dunya segî le oxlleme toqîwe talîbî,
Neymawe herweku segî pêsûtû rahetî
Sed qubbey xewrineq û seddî skenderî
Nagate beyte kawilî Nalî û metanetî
Saqî kerîm e badey bezmî eleste ye
Hacî le camî qelbî şikawe şîkayetî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön