Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Soranî: Ta rêk nekewin qebîlî ekrad Her wa debine xerabeabad Enwa’î mîlel le gewre ta çûk Xemllîwe memalîkî weku bûk Yek berg in û yek zuban û yek reng Bê xeybet û ‘eyb û ‘ar û bê deng Dinya be tirran dexon û deyden Her çonê meramyan e deyken Her kurd in eger çî pakî merd in Pamalî zemane, mîslî gerd in Her manewe bênewa û mezllûm, Wek bûmî xerabezar, meş’ûm Ger ba’îsî em depirsî kam e şertêk e ke bo hemû temam e Ew şerte be kullî îttîfaq e, Ger Mer’eş û Wan e ger îraq e Qesrêk e yesaxî ew, nîfaq e Ger wa nebê babî her be taq e Sed şêx û mela û emîr û xanî Bo lezzetî ‘eyş û zîndeganî Lew lawe ewan be hîlesazî Lem lawe eman be teqllebazî Qurryan be hemû willatewe da Ta mull û re’iyye pakî fewta Yekyan emî to dekey neyan kird Xemyan nebû kurd eger hemû mird Kurmancî: Heta li hev neyên qebîlê kurdan, Her wê ha bibin xirabe mal, Hemû dinya mezin û biçûk, Xemilîye bi milk’kê wek bûk, Yekbergin, yekziman û yek reng, Bêxeybet û bê a’yb û a’r û bê deng, Dinya bi tîrên dixun û didin, Her çi meremê wane, dikin, Her kurdin, t’enê bi p’akî merdin. P’amalî zemane, mehsusî k’urdin. Her mane bê deng û mezlûm, Mîna e’rdê xerabe,zarê me’sûm. Ger basê vê dipirsi k’îjane, şerteke ku bû, hemû temane. Ew şerte bi k’ullî îtfaqe Ger mere’ş û wanê, ger îraqe, Qesreke awaxî ew îtfaqe, Ger wa ne be, her bi taqe. Sed şêx û mela û mîr û xanî, Bo lezeta îş û zindeganî, Li vî alî wan bi hîlebazî, Li wî alî wan bi teqlebazî, Qir kirin hemû li weletda, Heta milk û reya fewta çi te kir, wan ne kird, Xema wan nî bû ku mirin hemû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz