Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
1 şêx Xefûr bistûme çaçîm pê dellêy, çak e min nabim be nuqtey la bela! 2 Curmî min dawênî ‘efwî ger nepoşî rojî heşir ‘Ebretî min kafî ye bo ehlî mehşer ser be ser 3 Dersî me’nay bê’îbaret merkezî meyxane ye Hellqey ceng û cîdal xaneqa û medrese 4 Suxrey cînnî tebî’et suxrey ‘alem hellê Wa Suleyman dêtewe kotirfirrênit pê deka 5 Basî zarî to xeyallê bû kira bû hat û çû Bo çî lêm ‘aciz debî qurban le ser hîçî nebû 6 Perdey sîdq û sefa û rastî Adem nedirrabû Kerbasî xemê bû be qedî bende birra bû! 7 Menzillî me’men nemawe êsteke eyyamek e Rahetî mumkîn nîye neçîye Medîne ya Meke 8 Sînem degirrê lêm demirrê kelbî reqîb Em kare weku darî le dû la we gillaw e 9 To xoş debezî espî bezînit pê ye Min nageme to espî bezînim pê ye 10 çawekem toş pîr debî, rîşit debête gorewî Wek bifermûy min filan im pêt dellên tuxwa hewî? 11 Xaneqakey kenefî emin e edebxaney ‘am Cêy qezay hacet e xellqî be zerûrî deçinê 12 Mudde’î diwênê eger cûnî deda ‘eybî nebû şikllî xoy dîbû le awêne be ‘eksî dewerrî 13 şêx dellê: Barî rîya şanim cidew naka eger Kêwî Karux bê; gutim: Sed barekella, ker nebî 14 Mes’eley kuhlî le behpî mebniya teqrîr ekird Pêy ellêt (.....) ehmeqî ker wa ellê îbnu l Hîcir 15 (...) Dexîlit bim sema neybird, zewî qûtî neda Her le beynî ême da bû, em dill axir kêwe çû 16 Ger neçim lêm ziwîr debê weqtê deçim men’im deka Seyrî ke bêmirwet e çîm lê deka û çîm pê deka 17 Zor segim dîwe feqet nemdî reqîbî hendese Wez’î namewzûn debê wek xanûy bêhendese

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz