Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Selamu llahî minnî kulle yewmîn Le eshabanî sahêb xîret û dîn Le bê ‘arî hemûyan kewte yadim Rumûzî îttîfaqî û êttîhadim Le ber dûrî le eqran û le emsal Le kurdanim depirsî zerbu l emsal Le bo em yek-dû eş’arî reş û rût Heta peyda bû rohim geyîye ser lût Defermûy em ‘ezabe bo çi dekêşî çi melzûm e eger çawit neyêşî Qurrî kiwê kem be ser xoma le xurbet Xewim nayê le daxî mollk û mîllet Eger wek min xeberdar bin le dewllet Le heyfan xo dexinkênin be bê pet çiwar milyon e Kurdistan nifûsî Be qîssey ehlî texmînî ke nûsî Hemûyan şêrî bêşe n Hatemî cûd Le şerr da kêwî Cûdî û behrî memdûd Welêkîn faîdey çî herc û merc in Le de’wa da le gell yektir be merc in Le giwêy ga nûstû n herçend e şêr in Weku kerwêşkî çaw rama û kiwêr in Ewî ‘ela ye serdestey şikar e Ewî edna ye bestey zullfî yar e Ewî aza ye şehname dexwênê Ewî miskên e genim û co deçênê Emane bêşi’ûr û gêjûwêj in Mutî’î lotî xwêrrî û herzebêj in Kurrêkî wa nebû hestête ser pê Bizanê xellqî çon kewtûne ser rê Bika seyrî cerîde û hallî mîllet Kitêbî taze û te’rîxî dewllet Bizanê ta çi qewmawe le etraf Serapa agir e etraf û eknaf Eger karêk neken lem beyne da zû Memalîk katekî zanît le dest çû Gemî sehra û derya dête cewlan Be xeyrî pêkurrey fewcî siwaran Be tirr xanî be ser naçê, le me û paş Le her la we detan harrin weku aş Le jêr pê da deçin heyf û mixabin Geda bin êwe, duşmintan beşa bin Be xeyrî romê û îngilîz u rûsî Bê hedd in dewlletan nawyan binûsî Le cêy xoyan hellistawin be xîret Le dinya nawî xoyan nawe dewllet Serapa sahêbî sikke û supah in Weku cem sahêbî text û kulah in Le tedbîrî umûrî mullkî xoyan şerîk in pînedoz û şah û gawan Le her weqtê yekêkî bête hawar Le cutyar û şiwan û ehlî bazarr Le coşîn û le nêşa mêşî heng in Be min çî kafir in yane ferreng in Weku bîstûme bo def’î mesaîb Eme tedbîrî kurt û fîkrî saîb Le deşt û dê û wîlayet bibine ehbab Weku şexsêkî wahîd bin le her bab Le Botan ta Beban û Serhedî rey Le ew latir weha noş bête ser dey Bibîne yek le te’lîm û le nûsîn Cil û berg û zuban û resm û ayîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz