Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
şehsewarî belaxetî kurdan Yekke tazî fesahetî Baban Mistefa ye texellusî kurdî Xezelî kirde berbutî kurdî Nawî sahêbqiranî xasî ew e çunke lem ‘erse espî ew bedew e Ew ke noşî şerabekî tallî Nalî lew ‘erse da buwe talî Nalî ustadekî gelê ça bû Xidirî abî heyatî me’na bû Yekê tir bû Muhemmedî Fîkrî, Mûy deengawt be tîrekî fîkrî Yekê Rencûrî ehlî Kerkûk e Fîkrî bîkrî hemû weku bûk e Yekî tiryan Emîn Begî Dizeyî Diz nîye şa‘îrêk e cerbezeyî Keyfî hacet nîye bikem basî Em kitêbey bixûnî deynasî Salîm û Meşwî, şêx Reza û Xeste şa’îr in her çuwarî berceste Wek Wefayî kem e le şu‘rayî Xetî wek beytî çak û espayî Le kun û qujbinî kelawey dehr çendî tir hen mîsalî gencî guher Sebkî camî n û xîretî Selman Beytîyan win buwe weku xoyan Melkeqorr û Hîmarî û Kîseşkel Qîs mîn esmaîhîm we la tes’el şî‘rîyan ciwan e bes nîye kurd in Gerçî bednaw in û gelê wird in Be fîdayan dekem sed îbnu Yemîn çunke derbestî xîretî kurdî’n Le Cizîre yekêk e şêx Ehmed Sahîbî naw û murşîdî erşed Ewî Camî gutûyetî eme ye Lew qise û medhe meqsedî eme ye Pîr mirdî bidîde em zi Cizîr Nîk mirdî bidîde em zi Herîr Ehmedî Xanî sahîbî »Memozîn« şahbazî fezay ‘îllîyîn Xelefî ew debin le Godîngan Le Cizîr pêy dellên Feqê Teyran şa‘îrî êre gerçî zor mawin Em dû sêyen ke wa le pêş çaw in çend ewendey ke ‘erzî êwem kird şu‘eraman heye be dest û bird şa‘îrî kon û tazûy kurdan Ke le te’dadî ‘acîz e însan Ewî xom dîwme yane xo eserî Eme ye bot dellêm be muxteserî Me’denî ‘îlm û ‘alîmî ‘amîl Qutbî dewran û murşîdî kamîl Her le ewwell cenabî mewlana Neqişbendî rewaqî îllella Xewsî Sanî û Hatemî mezheb ‘Ebdurrehmanî xalisî meşreb Weku Bêtûşî şa’îrî ‘erebî Ta qîyamet ne kes buwe û ne debî şa‘îrî Caf û nezmî etrafî Mewlewî û Xane kafî ye û şafî Ewî serxêllî ‘êlî ewzan e Le ‘eşayir Mela Welledxan e Xo Mela Mistefay Bêsaran Bê nezîr e le nezmî Kurdistan Melkeman melkemûtî me’na ye Ye’nî her çonê hez bika wa ye Wek Mela Xidirî Rûdibarî nîye şî’rî abî heyat e tarîy nîye Hîkmet û nezmî Mîrza Ye’qûb Wek Filatûn e lefzekan wek kûb Ye‘nî fîkrî le asman be der e Ba‘îsî ‘eyş e, dafî‘î keder e Hesenî bawkî Feqê Omer Kurrî Omer, Muhemmedî serwer Mencellî nezmî gewre û giçke’n Bo xeyallatî ‘eynî sê kuçken şa‘îrî Zengene nîye heddî Weku şuc’anî nakirê ‘eddî çunke mecmû‘î teb‘î mewzûn e Sîneyan mîslî ayine rûn e întîxab nakirê le ber çakî Wek le şerr da siwar û çalakî Dû wehîd in Muhemmed û Ehmed Yekê komasî ye yekê derbend Hemewendîş ke xizmî xoman in şa’îrî zor e pakî deyzanin çunke tîjîy zubanyan yekser Kewte nûkî rim û demî xencer Bê kitêb in, eme le wan dûr e Merdî aza le naqîsan dûr e Deştî Kerkûk û kêwî Hewraman şa‘îrî zor e bê hed û payan Sade her nawyan bikem îmla Em kitêbe biçûk e beş naka Her le şîrazewe heta Baban Pakî yek nezm e pêy dellên Goran Her le Mûsill heta hedî Baban Beytîyan kirduwe weku cafan Besî ye bê’arî ey gelî xizman Lem hemû beytî mîlletî xoman Eger ême û sine û suleymanî n Nawî yekyan be çakî nazanîn Wek Muhemmed Henîfe beytî metîn Nîye îlla hesarî Qustentîn Beytî Dimdim ke qedrî nazanin Pakî sîhrî hellallî kurdan in Weku şaname ger binûsraye Lêt mu’eyyen debû çi westa ye Espî reş beytî ta billêy çak e Nezmî yegcar siwar û çalak e Espî şeşpêyî qehremanî ‘ecem Mehzî kîzb e be îttîfaqî umem çunke nûsrawe xellkî deyxûnin Lem hemû beytî ême da kor in Were emca le hesretan memire çiwar pelî espî sunnîyan megire Weku beytî Hetem le de’wa da Nîye, Fîrdewsî sed kilik bada Em fesîhane pakî bênaw in Ba’îsî pêt billêm nenûsraw in Dû ‘Elîn şa’îr in weku Hessan Berdeşan û Herîr e meskenyan Yekê hemnamî xom be xom dîbûm şêx Wesanî bû merdekî me’lûm Weku min bû be zahîrî cahîl Batînen şa’îrêkî zor kamîl Ehmedî kor le şarî Sabllax e Beytekî dax e, beytekî bax e Eme mecmû’î şa’îrî xerran Herweku mesnewî n le nêw kurdan Hemûyan bênezîr û yek wezn in Qabîlî bezm û layîqî rezm in Xeyrî Dimdim le man be nezme cuda Bê seda tepllî nezmî deng nada Be rewanî mîsalî abî rewan îrtîcalî n hemû be bê daman Kullî beytêkî dûhezar ferd in Mangekî pê dewê le ber kirdin Eme her kurd e layîqî tehsîn Bê kitêb û mu’ellîm û nûsîn Kame mindall û şêtî lê bigrî Her ke bîstî be carê dête berî Êste me’lûmî bû hemû mîllet Ey melay ders û muftîy ummet Ême bêxîret în û bê’ar în Ewî ney xwênduwe leme arîn Qeydu tezbîb û şerh û haşiyekan Bûne seddî me’arîfî kurdan Hasllî ême wek dekem texmîn Kirmî awrîşm în û mêşhengiwîn Nîye aram û rahetî û xewtin şew û rojê heta dirustî deken Ke çî romî ke ême deynasîn Wa dezanê ke ême nesnas în Yane êranîyek ke me’lûm e Daykî mut’ e, bawkî mewhûm e Eme deykate kase deynoşî, Ew ke way lê dekat û deypoşî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz