Sed weku Rostem be dill qemçî le rexşî da, bezî
Wek geyişte xendekî payanî ‘umrî dabezî
Rojit e ey badî newrozî le bin befrî giran
Kanî pêy sirr bû, çinarîş destî çû, pençey tezî
Sunbulî zullf û gullî ruxsar û seruy qametî
Mangî nîsan û gullan neydî le nêw bax û rezî
Dulberim tenha ke bû lew beyne xoy rût kirdewe
Min dillim xoş bû ke çî dûbare daypoşî kezî
Xemze destî kirde naz û marî zullfî daxizî
Dill le ber pêy kewtibû, em deydizî ew deygezî
çakî sînem bo çî ew xeyyate naydirwêtewe
çawî bîmarî wicûdî kirdime derzî û dezî
Hacîb û Hacî hemû rojê be gij yek da deçûn
Bêheya bû ew sege ‘arî nebû,. Hacî bezî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön