Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
şa’îr û şêx û xiwace derbeder in Le qisey bênetîce da demirin Basî zullfî dirêj û çawî bexew Nebirrawe buwe tirrî Xusrew Qeyd û tezbîb û haşîye û î’rab Hemû ba birdî bûne mewcî serab Sefeser ender weten çi kellik degirê Seyrî nakey şemendefer defirrê Be qisey sade birsî têr nabê ‘Emel e ‘îzzî dîn û dunya bê Asinî sard be fû nerim nabê Be tirranîş hemam gerim nabê Telixrafîş telêk e bêma ye Muxbîrî rûy kullî dunya ye Cewherî ferdî ew mucezza bû Ya nebû, hasillî çi peyda bû Giftûgo hasîlî hemûy ba ye ‘Emelîyat e nanî tê daye ‘Ulemaman be qewlî bêserûpa Pakî xinka le behrî wişkî hewa Sin’etêk fêr nebûn le paş tehsîl Seyrî çon bo menahî bûne delîl Yek be yek bûne xaînî dewllet Xaînî mullk û duşminî mîllet Ta te’înatî kor û lall mabû Le gelê dêyekan melay ça bû Ew duwane be rehmetî Xuwa çûn şarekan bê mela û muderrîs bûn Bellê wa ye le elzemî eşya Ewwelen xwardin e, duwem sukna Sêyemî tirsî ‘ewret e enca Meşxeley la îlahe îlla lla Piştîwanî bînay şer’î metîn şîr û bexşîn û xamey rengîn Bew şeşe dîn muhafeze dekirê Yekê mird lem şeşane dîn demirê ‘Eceba bo çî ehlî mullkî ‘Êraq îttîfaqî bedel deken be nîfaq Bo emîranî xeyre debine gizîr Nek le xoyan yekêkî bête emîr Êstekeş firsete gelî yaran Kepenek bo çî ye le paş baran

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz