Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Qiseyêkim heye deykem mellê bêtecrebe ye Ba wicûdî ewî nadane le lay wek geme ye Muqtezay ab û heway xakî dîyarî Rom e Ehlî sûtawî me ye, bestey awazî ne ye Hakimî rêgirî me’mûre ye, qazîy dizî roj Wizera û wikelay gurg e, re’iyyet gele ye Sallêkî rîx e eger şêx e eger mêx e, le wê şêxe her kamê neda ta demirê her dede ye Zanî û şarîb û lotî degirin; walî dellê: Berî den parey xoy daye, çi ‘eybêkî heye Hênde bêgane le îslam in û ehbabî fereng Mutteqî dêw e le layan, muteşerrî’ şewe ye Zullmiyan ‘am e le ser ‘amme, re’iyyet fewta. To meke men’î ‘ewamîl, ke xetay gay bine ye Her leşa ta begeda tûşî yekêkî nabî Lêy bipirsî be heqîqet billê: Ceddim eme ye Lazim e em xezele le wek xezellî bîkene ber Her weku Hacî eger şar e, weger dîhkede ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz