Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Le ser tenafî ke lerzî hetîwî sindûsî şika meta’î zerîfî û qîmetî lûsî Tenafî pirdî sîrat e munaziran mehşur, Mekanî mel’eb e heşr e le mu’mîn û rûsî Sema ye ‘ersey bazîy gurîsî kahkeşan Star e nazîr û mahîş hîlalî me’kûşî şu’a’î şe’şe’î şem’ e meş’elî mahî Le şermî tell’etî ew şew debête casûsî Munasebey ew û Leyla, mîsalî dêw û perî Muşabehey ew û ‘Ezra, xezal û casûsî Dû çawî ‘eynî nexoşî le nêw serî zullfî Giran û sûk e le tirsî reqîbî kabûsî Le kuncî xaneqe sofî xiza û neyzanî Tema’î dînî nebê ya emanî namûsî Wa heşr e sofî bifermû heta le dunya da Sîyahrûy û xellq bizanê salûsî ‘Uyûnî tenqetî’u mîn nî’metî llahî Adîqnî dem’î îla ma tublî melbûsî We ‘eynî ‘ade lîtebkî fema stetale lena ‘Ela fîraqî men ehwa yekunu mey’ûsî Fîday lengerî destî Sînanî Keykarûs Direfşî Kawe, rimî Gîw û nêzey Tûsî Ke hat û kewte sema ‘îsewî şika û nema Helahelay killêsa, seday naqûsî Ke hate xende û fermûy: Yellancî maşella Be sadîqî buwe ‘îsayî mîlletî Mûsî Heçî ke hate temaşa be nûkî mujganî Fe ha’ula’î ‘ebîdî le ser dillî nûsî Be wesfî qetre be derya ye şa’irî weku min Eger be qafîye danêm luxatî qamûsî Le qafîye şu’era ‘eyb e la biden emma Be yadî çawî emin la dedem be mexsûsî Cebînî mah û, ruxî mîhr e, zullfî şew, dehenî şebeb be qafîyetengî bû Hacî neynûsî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz