Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Le Roma kewte ber çawim kesêkî ha’îm û heyran Be hey’et û têy geyîm kurd e be şêwey ehlî Kurdistan Ke çûme xidmetî pirsîm: Birader xellkî kam cêga yî? Le kam la hatûyî? Girya, gutî: Baban! Gutim: Baban? Dillim dawe, gutim: Bawke hemûman bêkes în lêre çi qewmawe, gelê heyf e, megiryê herweku baran Gutî bo xurbet û rûtî nîye efxan û hawarim Le daxî hakimî xome, le şan û şewketî turkan Gelêkim bîstuwe pestî û billindîy dewlletan, emma Cîhan neydîwe pestî wa mîsalî hallî Kurdistan Le weqtî xoy hemû şa bûn, serapa bêxem û şa bûn Le cûd da Hatemî Ta’î, le şerr da Rostemî meydan Le pêşa xakî melaney pilling û şêrî aza bû Emêsta mar û mêrû, gurg û rêwî lêy deken seyran Le kiwê ma ne’retey teqle û cilît û rimb û rimbazî! Le kiwê ma dengî zurrna û deholl û şayî û seyran! Le harey şeş perr û nerrey siwar û berqî şeşxane. Le teqqey nall û şeqqey sim, le reqqey tobiz û qellxan Dehate cunbuş û lerzîn le mahî bigre ta mahî Le sehra çende wehşî bûn le tirsan çûne ser kêwan Le rîzî zebir û zengî wan kesêkî tir nebû hergîz Be şîr û hîşmetî kurd e ke mawe dewlletî Êran Sera û eywanyan êsta ke lawey kunde bû û cuxde Eger meydan û dîwan e serapa bûyte cêy doman Le paşî ew hemû giryan û nalle û zarîye pêm gut: Ezîzim xem mexo hênde, le sayey rehmetî Rehman Emîrêk mawe paşa ye. Gutî: Kê ye? Gutim: şêr e Gutî: Lêre? Gutim: Lêre, heta Taran û Hîndistan Be xoy şêr e weku nawî, le şerr da duşmin endaze Temayan her be ew mawe cemî’î xakî Kurdistan Heçî cêgey umêdman e û ewî dill xoş deka emrro Kesî dî lew be der nabête xemxorî gelî kurdan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz